Şixulkarê xwebe ṣêrînê dilê xelkêbe – Osman Güden

Lêkolînek ji sedsala 17′an: Tevkujiya Çiyayê Sincarê

lalisfotoAvesta- Ev lêkolîn ji aliyê A. Balî ve hatiye amadekirin.

DI SERBORIYÊN EVLIYA ÇELEBÎ DE TEVKUJIYA LI

ÇIYAYÊ SÎNCARÊ (ŞÎNGAL) BÛYÎ!..

Di dîroka Kurdên Êzdî de li ser wan pir caran êrîş hatine kirin û şerên mezin di navbeynê Êzdî û dijminên wan de qewimîne! Li gelek ciyan jî komkujiyên (jenosît) mezin li ser Êzîdiyan pêk hatine.

Komkujiyên herî mezin yên li Şengalê bûyî ji aliyê Osmaniyan ve pêk hatine. Ereb û Eceman jî hin caran êrîş birine ser Êzîdiyan. Lê Kurdên muselman jî, bi taktîk û alîkariya ordiya Osmaniyan, Êzîdî rehet nehîştine û mal û milkê wan pir caran talan kirine!

Her êrîşa neyaran bi berxwedanên Êzîdiyan hatine paşve xistin. Bi hemî zilm û zordariya serdestan, Êzîdiyan ti caran stûyê xwe li ber wan xar nekirine! Di tevkujiyên bûyîn de jî, mirina xwe ji destketina neyaran baştir dîtine û dema firset kete destê wan, xwe bi destê xwe kuştine û xwe teslîmî neyaran nekirine!..

Di şerê yek û yek de mêranî û jinxwasiya jinên leheng yên Êzdiyan rûmeta Êzdiyan ya herî qenc û bilind e! Di dîroka Kurdên Êzdî de, bi sedan bûyerên bûyî, ji vê gotinê re şahîd in!

Li rojhilata navîn û li Mezopotamyê civat û olên civatan pir hatine guhartin. Lê civata ku ol û eslê xwe wenda nekirî ya herî kevn Kurdên Êzdî tenê ne. Mirov dikane vê tesbîtê ji bo Kurdên Alewî Qizilbaş re jî bêje. Lê Kurdên Qizilbaş di sedsalên dîrokê yên dawî de, ew ketine bin tesîra musilmantiye. Her çiqas musilmanên sun’î, Qizilbaşên Alewî, wek Îslam nepejêrin jî, lê gelek Alewî, ew xwe nêzîkî Îslamtiyê dibînin. Kurdên Êzîdî ne wusa ne. Ewna bi Kurdbûna xwe û bi ola xwe ya Êzdatiyê xwe serbilind û berz û bala dibînin. Gelo ma ya rast jî ne wusa ye?.. Ma ji hebûnên

netewî yên bingehîn nehatin guhartin hêjatir li dinê çi heye?..

Bi lêkolînek piçûk ez dixwazim evra û pîroziyên Êzdatiyê û tevkujiya Êzdiyan ya heya roja îro hinek veşartî mayî, bi belgeyek dîrokî wê ronahîxim. Ew tevkujiya herî mezin ya ku li Çiyayê Sîncarê bûyî, ew kesê bi çavên çavên xwe tevkujî dîtî û bi pênusa xwe jî nivîsandî, wê bi gotina wî pêşkêşî xwendevanan bikim. Navê ew berhema dîrokî „Seyhatnameya Evliya Çelebî“ ye. Wek di navê pirtûkê de jî, têt xuyakirin, nivîskarê ew berhema girîng Evliya Çelebî bi xwe ye. Bûyer bi çavekî dîroknivîs hatiye nivîsîn. Ji bo vê jî, tevkujiya dîrokî bi belgeya dîroknivîskarê wê demê hatiye tesbît kirin!..

Gelo Evliya Çelebî kî ye? Wî çi kar kirye û çi wextê û dema kîjan paşayî de jiya ye? Çawa bûye ku li Stenbolê dijiya ye û ew rabûye, çûye Çiyayê Sîncarê? Sîncar li kî derê ye? Ji lêkolînek wusa re pêwîste, pirs û bersivên wusa bêne şîrovekirin.

Ji „Şîngal, Şengal“ê re wê demê Osmaniyan Sîncar digotine. Ew nava wek Sancar, Sangar, Sîncar û Şîngal jî hatiye bi nav kirin. Îro li bakurê welat li pir ciyan navê wê „Sîncar“ e. Lê li başurê welat, ew nava her wek gotina Kurdî ya kevn wek „ Şîngal“ maye.

Ewliya Çelebî di navbeynê salên 1611-1682 an de jiyaye. Li stenbolê hatiye dinê. Navê bavê wî Derwêş Mehmed Zîllî ye. Ew hosteyê zîlan bûye û 117 sal jiya ye. Li gel bavê xwe, ew hînî xwendinê bûye. Di bîst saliya xwe de li dorberê Stenbolê geriya ye û wê demê de dest bi nivîsandina serboriyên xwe kirye. Di navbeynê salên 1635-1639 an de di nav enderûna Osmaniyan de perwerdeya xwe kirye û bûye sîpahî (leşkerê siwarî). Dema Siltanê Osmaniyan Murad IV. an de ketiye seraya Osmaniyan.

Pir salan berê li zanîngehê mamosteyek min di derheqê Evliya Çelebî de wusa axaft: „Têt gotin ku Evliya Çelebî di xewna xwe de Hz. Muhamed li geliya Stenbolê di hundirê keştiyekê de dîtiye.

Dema Peyamber dîtye, ew pir coş û xiroş bûye! Ji nişkan ve bi xwe hatiye! Dema ku bêje „şefat ya resullulah!“ Wî bi şaşî gotiye „ Seyahat ya resullulah“ Paşê ew bûye seyah û dest bi gera xwe ya sê parzemînên (kita, kontînent) cîhanê kirye! Pêşiyê de çûye Bursa, Îzmît û Trabzonê. Di sala 1645 an berê bi keştiyê daye girava di nav Behra Spî ya bi navê Gîrîdê (Kreter)…

Di hundirê pêncî salî de çûye Nemsa (Awisturya), Hîcaz, Misir, Sudan, Habeşistan û Daxistanê. Wî ciyên lê gerî û dîtin, çi bîhîstine û çi dîtine, baweriyên xwe jî hin caran bi çavên gerokan, hin caran jî bi çavên dîroknivîsan tevê kirine û nivîsîne. Lê hin caran jî, bi gotinên hatin mezinkirî (gotinên fîşalkirî) bûyer nivîsîne! Ew berhema ji bo danasîna sedsala 17 an, çavkaniyek herî baş û balkêş e.

Di vê berhemê de mejû (dîrok), erdnîgarî (coxrefya), civaknasî (sosyolojî), netewe û teybetmendiyên netewan dayîn nasandine. Çi mixabin neyartiya wî ya ji Êzdiyan re heyî, ew ne neyartiyek awerte, bes ji bo wî tenê ye! Evliya Çelebî, Êzîdiyan di bin bandora olê îslamê de wana wek ne mirov, wek jindarên bê tarîf dixwaze bide nasandin. Ew dîtîna îslaman ya di derheqê Êzîdiyan de heyî, heya şoreşa Kurdistanê destpêdike, wê hebûna xwe di nav Kurdên Îslam de jî parastiye û her tesîra xwe ya ne baß her berdewam kirye! Di şoreşa Kurdistanê de, di nav hêzên pêşmerge û şoreşger de, Kurdên Êzîdî bi lehengiyên mezin, wana netewetiya Kurdî di çalakiyên xwe de nîşan dayîne. Bes ne tenê di aliyê mêrxwasî û lehengî de, di aliyê zanyarî de jî, li Sovyeta kevn Kurdên Êzîdî bi sedan profesor û doktor di nav xwe de derxistine. Wana jî perwerdebûna Kurdan li her perçeyan dane ser milên xwe û Kurd perwede kirine. Bi netewetiya ew Kurdên Êzîdî yên hêja bi milyonan Kurd fêrî netewetiya Kurdî ya hemdemî bûne! Wek tîrojên rojê, ew rewßenbîrên Kurd li seransera welat ronahî belav kirine û îro jî ew karê nîştîmanperwer her berdewam dike…

Ez bawerim, di dîroka Kurdistanê de, qasî Kurdên Êzdî, welat û nîştîmanperweriya Kurd ji aliyên Kurdên din ve jî bihata parastin, heya roja îro Kurdistanê azad bûya. Bi sedsalan Kurdên sun’î bi ordî û xelifeyên îslamê ve her tim hatî bûn girêdayîn. Dema Osmaniyan êrîş dibirin ser Kurdên Êzîdî, wê demê jî, Êzîdî bi serê xwe azad dijîn. Wan her dixwestin, wek dewletek Kurdan hebûna xwe biparêzin. Di nivîsa Evliya Çelebî de jî xûya dibe, ku wê demê Kurd li Çiyayê Sîncarê serbest bûne. Ew serbest bûna Êzîdiyan, Osmaniyan ji xwe re xetere dîtîne! Ji bo vê ye, ku pir caran bi jimara sed hezaran ordî birine ser navçeya Sîncarê!..

Ew bûyera 355 sal berê li Çiyayê Sîncarê ya li ser Kurdên Êzîdî bûyî, zar û zêç negotine, tev de kal û pîr, jin û mêrên Kurd bi dehezara qirkirine! Kurdên ku ji ber ordiya Osmaniyan xwe avêtine şikeftan, ew hemî bi komkujiyek hovane çawa ji ortê hatine rakirine, bi xwe pesindanek Osmanî ji aliyê Evliya Çelebî ve li pêş çavan tête rêxistin. Di ser ew bûyera hov re ewqas sal şunda, bûyerek wusa li Dersimê (1937-1938), di ser Kurdên Alewî re jî, Tirk ew hovîtiya xwe ya dîrokî bi barbariyek mezin dîsa dubere dikin. Bi hezaran Kurd wek Kurdên Çiyayê Sîncarê, di şikeftên Dersimê de bi jahrê hatine qetil kirin û paşê jî, deriyê şikeftan bi beton hatiye girtin. Mirovên di hundirê şikeftan de jindar mayîn jî, bi hovîtiyek ne mirovatî hemî hatine kuştin!..

Bêbextiya dîrokê ya li ser hemî Kurdan bûyî, bes bi ew du mînakan derbas nebûye ! Bi dehan, bi sedan komkujiyên curbecur li herêmên Kurdistanê yên cuda cuda li ser axa wan ya bav û kalan, di ser Kurdan re derbas bûne. Hovîtî û qirkirinên li ser Êzîdî û Alewiyan bûyîn, di dema Sadam de li ser Kurdên Kurdistana başur yên Îslam re jî, carek din dubere bûye. Bi hezaran Kurd hatine kuştin û hatine wenda kirin. Ew tevkujiyên bûyî jimara Kurdên hatin qetil kirin, ew digîhîje sedhezaran! Ew

komkujiyên bûyî ti caran bi ol û mirovetiyê ve nayen girêdayîn. Lê neteweparastin û oldariya Êzîdiyan ya bingehî, Êzîdî û Êzdatî li ser pêyan hîştiye!.. Di bin barê netewetiya Kurdî de, bi zirûfê şoreşgerî, Kurdên Êzdî di dîroka Kurdistanê de karên kirin, ewna ti caran nayên bîrkirin!..

Ji îro pêde çi Êzîdî, çi Alewî û çi Kurdên îslam hemî di nav netewa Kurd de wek hev in. Lê mafê Êzîdiyan ya ku di dema borî de hatî binpêkirin jî, pêwîste, ku em hemî Kurd bîrnekin! Ji bo ku dîrok carek din dubare nebe!..

Berhema Evliya Çelebî ya bi tîpên kevn ji deh bergan (cilt, post) pêk hatiye. Di navbeynê salên 1898-1928 heyşt berg bi tîpên kevn, du berg jî, bi tîpên Latînî di navbeynê salên 1935-1938 an de hatine weşandin. Di navbeynê salên 1943-1951 an de beşên bijarte ji aliyê Reşad Ekrem Koçu ve ji berhemê hatine bijartin û ew wek du berg hatine çap kirin. Çendek nivîskarên din yên Tirk jî beşên bijarte wek du berg weşandine… Du bergên „Seyhatname“yê ji aliyê Hammer Narrative ve bi zimanê Îngîlîzî, bi navê “Of Travels in Europe-Asia and Africa, by Evliya Efendî“ li London, salên 1834-1850 an de hatine weşandin. Ji vê wergerê beşên ku naveroka xwe li ser Macaristanê (Ungar) bûn, ew jî, ji aliyê Karacson ve bi zimanê Macarî hatiye weşandin. Ew berhem ji bo dîroka Kurdistanê jî pir girîng e. Ji bo ku li Kurdistanê jî Evliya Çelebî pir geriyaye. Wî ciyên dîtin di berhema xwe de, bi agahiyên dorfireh nivîsandine.

Ji kê re Êzîdî dibêjin, Êzîdatî çi ye?

Ji bo çi Îslaman neyartiya Êzîdiyan kirye?

Dinê çawa ava bû û agir û roş ji bo çi pîroz in?

Um ein Userbild anzeigen zu lassen, müssen Sie sich bei gravatar.com anmelden.

Kommentar schreiben