Barzanî: “Navê me ne bakurê Iraqê, herêma Kurdistanê ye”
Avesta-Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî programa Hevdîtina Taybet (Lîqa El Xas) a televizyona El Tirkiye bû…
Barzanî di vê hevpeyvîna xwe de got, “em ne bakurê Iraqê ne, em Herêma Kurdistanê ne”
Her wiha di hevpeyvînê de Barzanî bal kişande ser pêwendiyên di navbera her du aliyan de û ew baş nirxandin.
Barzanî di derbarê guhdarîkirina muzîkê de, got ew li Ibrahîm Tatlises û Belkis Akkala guhdarî dike û ji muzîka wan hez dike.
Di dawiya hevpeyvînê de Serok Barzanî got, “navê herêma me Kurdistane, ne bakurê Iraqê ye, ji kerema xwe re careke din wê weke bakurê Iraqê bi nav nekin…”

