Şixulkarê xwebe ṣêrînê dilê xelkêbe – Osman Güden

Wezîrê derve yê Almaniyê pêşwaziya Serokê herêmê kir

Ezdai-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Serdana Parlamentoya Almanyayê kir û digel her2 fraksyonên Partiya Demokrat Mesîhî û Partiya…

Sosyalîst Mesîhî yên desthilatdar civiya û piştre hevdîtinek di gel Wezîrê Derve yê vî welatî pêk anî.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî serdana Parlamentoya Almaniyayê kir û di gel serok û endamên pêwendiyên derve yên Parlamentoyê û hejmarek Parlamenter civiya, di civînê de rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û rola Almanyayê di pêvajoya siyasî û aborî ya Iraqê de hat niqaş kirin.

Barzanî behsek debarê rewşa siyasî û aramî û aborî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û tekez kir ku deriyên Kurdistanê bo sermaguzarên biyanî vala ye da ku rola xwe di pêşxistina herêmê de bibînin.

Serok û endamên her 2 fraksyonan piştevaniya xwe bo serxistina pêvajoya siyasî ya Iraq û Kurdistanê û berfirehkirina pêwendiya di tev waran de nîşan dan. Hevdem hejmarek parlamenter ku berê serdana Kurdistanê kiribû, şahidiya xwe derbarê ewlebûna Herêma Kurdistanê anîn ziman.

Her di navbera serdana xwe de bo Almanyayê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li avahiyê Wezareta Derve ya vî welatî ji hêla Wezîrê derve Guide Wister Willa pêşwazî lê hate kirin û di hevdîtinekê de pêwendiyên navbera har du aliyan hat şirove kirin.

Hêjayî gotinê ku piştî serdanek 3 roje bo Tirkiyeyê, Mesûd Barzanî roja duşemiyê bi vexwendinek fermî ya hikûmeta vî welatî gihîşte Almanyayê.

Şakir Molayî

Um ein Userbild anzeigen zu lassen, müssen Sie sich bei gravatar.com anmelden.

Kommentar schreiben