Şixulkarê xwebe ṣêrînê dilê xelkêbe – Osman Güden

Serok Barzanî cejna çileya havînê li Êzdiyan pîroz kir

Avestakurd – Di peyamekê de bi helkefta cejna çileya havînê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbayî li kurdên Êzdî kir.

Avestakurd – Di peyamekê de bi helkefta cejna çileya havînê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbayî li kurdên Êzdî kir.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzdî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de hatina vê roja pîroz li tev êzdiyên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.
Di beşeke peyama xwe de Serok Barzanî wiha nivîsandiye, “Hêvîdarim ev cejn hemû sal bi xweşî û kameranî li Kurdistana serfiraz û li xêra ezmûna demokratî ya Herêma Kurdistanê vegere û bi yekrêziya rolên gelê me yên ku Kurdên Îzdî beşekî girîng li resenayetiya wê ne, bikarin mafê hemû pêkhatan û mafê olî yên wan pêkhatên li Iraqa Federal û Demokrat desteber bikin”.
Hêjayî gotiye ku li Başûrê Kurdistanê herjmarek zaf kurdên Îzîdî dijîn ku li gorî çavkaniyan ew resentirîn welatiyên Kurdistanê ne û hemû salê bi awayekî azad merasîmên xwe yên olî û neteweyî li Kurdistanê dimeşînin û têkeliyek xurt jî di gel kurdên Musilman û netewe û olên din hene.

Avestakurd

Um ein Userbild anzeigen zu lassen, müssen Sie sich bei gravatar.com anmelden.

Kommentar schreiben