Şixulkarê xwebe ṣêrînê dilê xelkêbe – Osman Güden

Ahmet Turk li dijî şidetê ye

ahmetturkAvesta-Serokê DTP di derbarê kuştina 6 eskerên Tirk de, got ew li dijî şidetê ne.

Li Çelêya Colemêrgê mayînên ku PKK bi cih kiribûn, bi wan eskeran de teqiya bûn û hatibûne kuştin. 8 eskerên din jî birîndar bûbûn.

Turk diyar kir ku, ew bi kuştina wan eskeran gelekî xemgîn bû ye û ew tu caran piştgiriya çalakiyên wiha bi şidet nakin.

Ahmet Turk got, ew dixwazin bê sîleh pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk çareser bikin.

Serokê DTP di daxuyaniyeke çapemeniyê de berdewam kir û got, Tirkiyê gelek salên bi êş jiya, bi hefteyane ku ew bang dikin dawî li şer were û operasyon rawestin, lê belê heya niha tu encama wan bangan nehatiye dîtin.

Ahmet Tirk got, ew careke din eşkere dibêje ku bila rê li ber siyasetê were vekirin, eger nebe jî, wê rê li ber şer û şidetê neyê girtin.

Tirk diyar kir ku berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê siyasetvanan. D.D. (Aknews)

Um ein Userbild anzeigen zu lassen, müssen Sie sich bei gravatar.com anmelden.

Kommentar schreiben