Parlamentoyê mideta serokatiya Kurdistanê dirêj kir
HEWLÊR, 14/5 2009 — Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya duhî de mideta serokatiya serokê Kuridstanê heta hilbijartina serokekê nû dirêj kir. Diwazdehê meha hezîranê mideta serokatiya serokê Kurdistanê yê niho Mesûd Barzanî xelas dibe.
Li gor Pukmediayê parlamentoyê bi biryareka nû mideta desthilata serokê Kurdistanê dirêj kir û di qanûn anû de wiha têt gotin:
— Ji bilî hikmê madeya sêyê ya qanûna hejmara 1-ê ya sala 2005-ê serokayetiya herêmê ko li 12/6 2009-ê xelas dibe, heta hilbijartina serokêkê nû û destbikarbûna wî, têt dirêj kirin.
Li gor vê biryara parlamentoyê heta serokekê nû neyêt hilbijartin Mesûd Barzanî dê serokatiya Kurdistanê bike.
Mesûd Barzanî bi xwe dixwaze bi hilbijartinên yekser ji aliyê xelkê ve bêt hilbijaritn û lewra di heman roja hilbijartinên parlamentoyê dê ji bo serokatiyê jî hilbijartin bêt kirin.
nefel

